image

PeyamaKurd - Konsulxaneya Giştî ya Amerîka ya li Hewlêrê û Konsûlxaneya Brîtanya ya li Hewlêrê derbarê civîna îro 28ê Çile ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de daxuyanî dan û pêşwazî li wê civînê kirin.

Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Şemiyê bi mebesta çareserkirina kêşeyên navbera xwe, li Silêmaniyê civiyan û di daxuyaniyeke hevpar de ragihandin, wan li ser peymana berê ku li serê lihev kirine, rewşa giştî, pirsgirêkên nav xwe û herêmî, raman û pêşniyarên xwe îfade kirine û biryar dane careke din li hev bicivin.

Li ser vê civîna PDK û YNKê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew pêşwazî li vê hewldana hevpeymanên xwe yên li Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên navxwe dikin, ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê diyar kir, PDK û YNK bi hev re dikarin Kurdistaneke aramtir û baştir ava bikin ku maleke yekgirtî, her dem serkeftî dibe.

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew pêşwazî li vê civînê û danûstanên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikin û hat gotin: “Ev civîn pêngaveke girîng e ji bo gihîştina hevtêgihiştina hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê.”