image

PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Iraqê do diyar kir, ew ê her meh 200 milyar dînar bidin Herêma Kurdistanê.

Wezareta Darayî ya Iraqê da zanîn, piştî ku Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê raporta xwe li ser dahatên Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan kir, biryar hat dayîn ku her meh 200 milyar dînar ji bo mûçeyê karmendan bidin Hikûmeta Kurdistanê.

Wezaretê destnîşan kir, ew budçeya han dê ji roja 1 Çileya îsal ve were hesibandin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kiribû, ew bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re li ser bicîhanîna rêkeftina budçeyê ya Hewlêr û Bexdayê peyivîye û her du aliyan li hev kirine ku pişka budçeya Kurdistanê were şandin.