image

PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, di civîna Komxebata Diyalogê ya Navnetweyî de ku bi rêya online beşdarî kir, li ser herêma Efrînê û dagirkirina wê axivî û got ku Tirkiyê bi destûra Rûsyayê Efrîn dagir kiriye.

Li ser projeya bicihkirina milyonek koçberên Sûrî li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê jî Îlham Ehmed diyar kir, “Komkara Ereb ji niştîngehên ku Îsraîl li Fîlistînê ava dike, bi fikar e. Lê qet behsa avahiyên ku li Efrînê têne avakirin nake.”

Îlham Ehmed di axaftina xwe de got: “Berî her tiştî Efrîn dozeke sûrî ye û hemû pêkhateyên Sûriyê eleqedar dike, bi taybet jî pêkhateya Kurd. Efrîn xwedî nasnameyeke kurdî ye û hedefgirtina wê ji aliyê dewleta Tirk ve, dozeke siyasî ye. Dewleta bi dagirkirina Efrînê hewl da projeya xwe ya osmanî berfirehtir bike. Ji ber reseniya çanda kurdî ya li Efrînê, dewleta Tirk berê xwe da vê erdnîgariyê û çand, dîrok, demografiya herêmê û aliyê siyasî û civakî kir hedef.”

Îlham di civîna bi navê; “Efrîn ji aliyê cografî û dîrokî” de da zanîn: “Li pêşiya çavên cîhanê, dewleta Tirk Efrîn dagir kir. Efrîn di bin berpirsiya Rûsyayê de bû. Bi wateyeke din Rûsan berpirsyariya girtina qada hewayê ya wê erdîngariyê li xwe girt. Lê dîsa jî destûr da dewleta Tirk êrîşên bejahî û hewayî li dijî herêmê pêk bîne.”

Îlham Ehemed di axaftina xwe de, bibîr xist ku cîhan bi giştî piştgiriya Ukraynayê dike, lê belê li Sûriyê li hember hemû rengên guhertina demografiya herêmên dagirkirî, kuştin, revandin, tecawizkirina jinan, îşkence û sûcên li dijî mirovahiyê, bêdeng e.

Li ser projeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya bicihkirina nêzî milyonek welatiyên Sûriyê li bakurê Sûriyê ango li nav erdên Rojavayê Kurdistanê jî Ehmed wiha axivî:

“Komkara Ereb ji niştîngehên ku Îsraîl li Fîlistînê ava dike, bi fikar e. Lê qet behsa avahiyên mêtîngeriyê yên ku li Efrînê têne avakirin nake, nexasim ku bi desteka dewletên endamên Komkara Ereban ev yek pêk tê. Dualiya pîvanan, faktorekî siyasî yê dewletên xwedî berjewendî ye. Bi wateyeke din, ev helwest ne ji bo berjewendiyên gelan, ji bo berjewendiyên dewletan tên bikaranîn.”