image

PeyamaKurd – Îdareya Serbixwe ya Raperînê ragihand ku ew dê ji bo bicihkirina biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya girtina cihên çekfiroşiyê û bikaranîna çekên bêmohlet tedbîrên pêwîst bistînin.

Berdevkê Îdareya Raperîn Omer Hacî ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, bi armanca bicihkirina fermana Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê û bi armanca sînordarkirina diyardeya neşaristanî ya çek hilgirtinê, Îdareya Raperîn ligel lijneya biilind a ewlehiya Raperînê gotûbêj û tedbîrên pêwîst dane destpê kirin.

Omer Hacî diyar kir ku di bername û planê de girîngî bi bicihkirina wê biryarê ya ji bo parastina ewlehî û asayîşa hemwelatiyan û kêmkirina bûyerên nayên xwestin ên kuştin û avêtina ser xelkê hatiye dayîn û aliyên pêwendîdar hatine erkdar kirin daku bi hûrgilî mekanîzmayeke guncaw û di pratîkê de bigrin ber xwe.