image

PeyamaKurd – Berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna encumena wezîran ji bo çapemeniyê ragihandinan kir. Cotyar Adil ragihand ku ti şîrketekî biyanî yê petrol û xazê ji Kurdistanê venekişiya ye.

Adil got ku ew dizanin ew kesên êrîşê seha Kor Morê ya petrol û xazê kirine û armanca wan çiye dizanin lê li benda encamnameya heyeta lêkolînê ne. Her weha hukumeta Herêma Kurdistanê fermanê daye wezareta karên hundir û ya Pêşmerge da valahiyên ewlehiya sehayên xaz û petrolê bi artêşa Iraqê re bi hevre biparêzin.

Adil her weha behsa şehîdkirina du akademîsyemên Zankoya Hewlêrê kir û got ku kujerê wan dê bê ceza nemîne.