image

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir, wan hewleke xwevedizîna hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên alîgir li ser gundewarê Eyn Îsaya bakurê Reqayê pûç kirine.

HSDê li ser malpera xwe ya fermî daye zanîn, roja 6ê Kanûna 2021ê hêzên wan êrîşeke komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li ser gundê Sigêro li gundewarê rojhilatê Eyn Îsa ya bakurê Reqayê pûç kirine û di encamê de çend çekdarên êrîşker kuştine.

Di 26ê Mijdara 2021ê de jî HSDê êrîşeke hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê li bakurê Eyn Îsayê pûç kiribûn.