image

PeyamaKurd – Li demeke ku êrîşên Tirkiyê yên asmanî û bi rêya topbaranan li ser Rojavavayê Kurdistanê û herêmên din ên kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam dikin, HSDê ragihand ku ew ji Zirganê heta Minbicê bersiva êrîşan didin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku hêzên wan bersiv dane êrişên Tirkiye û çekdarên girêdayî wê û ragihand, di encamê de 12 leşkerên Tirk û 8 çekdar hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya HSDê di bersivdayîna rewa ya hêzên wan de 12 leşekrên artêşa Tirk û 8 çekdarên girêdayî wan hatin kuştin.

Herwiha HSDê diyar kiriye ku komên çekdar 4 caran hewl dane derbasî herêmêr wan bibin, lê ew hewl hatine têkbirin.