image

PeyamaKurd Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir, hîn derdora 60 heta 90 çekdarên DAIŞê li Girtîgeha Sinaa ya Hesekê mane ku xwe radestî şervanan nekirine û çek di destê wan de heye.

HSDê îro daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Piştî kontrolkirina girtîgeha Sinaa ji aliyê hêzên me ve û ferzkirina radestkirina nêzî 3500 çekdarên girtî, yên ku beşdarî yaxîbûna dawî bûn û bi sedan ji wan jî tevlî çekdarên ku ji derve ve êrîşî girtîgehê kirin, hêzên me dest bi hemleyeke berfireh a leşkerî û emnî ji bo paqijkirina qawuşên girtîgehê kirin ku çekdarên êrîşî girtîgehê kiribûn xwe tê de veşartibûn û li dijî hêzên me çalakî pêk dianîn.”

HSD amaje bi eşkerekirina hin “çeperên kamuflajkirî” yên çekdarên DAIŞê di nav Girtîgeha Sinaa ya Hesekê de dike û dibêje: “Hêzên me di pêvajoya komkirin û berhevkirina agahiyan de çeperên terorîstan ên kamuflejkirî li bakurê girtîgehê dîtin, ku tê payîn hîn hejmarek çekdaran di navbera 60-90’î de tê de bin û hewl didin mesafeya pevçûnê biparêzin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk daye zanîn, hêzên wan bang li wan çekdarên DAIŞê kirine ku xwe radest bikin û gef xwariye, eger ew çekdarên DAŞê xwe radest nekin, dê bi tundî bersiva wan bê dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Hêzên me bang li wan kir ku bi awayekî ewle radest bibin, ji ber ku ger qebûl nekin wê bi tundî serederî li gel wan bê kirin.”