image

PeyamaKurd – Medyaya Holandayê ragihand ku hikûmeta Holandayê amadekariyê dike, bi planekê 41 welatiyên xwe yên DAIŞî yên li kampên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li Rojavayê Kurdistanê vegerîne welat.

Li gorî zanyariyan wê Holanda 41 welatiyên xwe yên ku ji 12 jin û 29 zarokên malbatên DAIŞê pêk tên û li kampên Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê dimînin, vegerîne.

Hat diyarkirin ku hîn bicihanîna wê planê nehatiye diyarkirin û hatiye gotin ku divê ji bo vê planê hevahengî bi Rêveberiya Xweser re hebe.

Hêjayî gotinê ye, li gorî amarên hikûmeta Holandayê 300 welatiyên holandî li Sûriye û Iraqê di salên borî de tevlî DAIŞê bûne. Sibata 2022an jî 5 jin û 11 zarokên Holandî yên DAIŞiyan ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegeriyabûn welatê xwe û hatibûn girtin.