image

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir, haya wan ji civîna wan kesayetî û şêxên eşîrên Iraqî tunebû ku daxwaz kiribûn Iraq pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re normal bike.

Do li Hewlêrê derdora 300 kesayetî, rewşenbîr, mezin û şêxên Ereb yên Iraqî, civînek pêk anîn. Di civînê de daxwaz ji Iraqê kirin, mîna welatên Erebî pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re baş û normal bike.

Hikûmeta Iraqê, li ser wê yekê daxuyaniyek da û bi tundî red kir û destnîşan kir, ew civîn ne qanûnî ye û normalkirina pêwendiyan bi Îsraîl re jî li dijî Destûr û siyaseta Iraqê ye.

Li ser vê yekê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û eşkere kir, haya wan ji wê civînê nebûye û ew tiştên ku di civînê de hatine gotin û daxwazkirin jî ne helwesta Hikûmeta Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wê tedbîr û rêkarên pêwîst li hember organîzekirina wê civînê bigirin.