image

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ji rojnameya fermî ya Iraqê re diyar kiriye, ew ê tabloya (pilaka) otomobîlan li seranserî Iraq û Kurdistanê biguherînin û bikin sîstemek.

Berpirsê Giştî yê Trafîka Iraqê Tariq Îsmaîl Rubeyî daye zanîn, ew amadekariyên guherîna tabloyên otomobîlan dikin.

Tariq Rubeyî herwiha eşkere kiriye, ew dixwazin ji bo çêkirina tabloyên nû, bi şîrketeka biyanî re girêbestê îmze bikin.

Berpirsê Trafîka Iraqê destnîşan kiriye, ew û Hikûmeta Kurdistanê li ser vekirina senterekî li Bexdayê û senterekî li Herêma Kurdistanê li hev kirine ji bo çêkirin û guhertina tabloya otomobîlan.

Bi gotina wî berpirsê Iraqî, tabloyên nû wê bi zimanê Înglîzî bin, qebareya wan heman qebreya berê be û reng jî wê mîna berê be; rengê spî bo otomobîlên taybet, rengê zer ji bo yên barhilgir, rengê sor ji bo yên kirê û rengê kesk jî bo yên serbazî.

Li gorî zanyariyên Berpirsê Trafîka Iraqê, li şûna navê parêzgehan wê koda parêzgehan li ser tabloyê were nivîsandin.

Niha li Herêma Kurdistanê bi cûrekî tabloyên otomobîlan çêdikin û li Iraqê jî bi cûrekî.