image

PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê bi ser Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve ye, Heyder Şeşo da xuyakirin ku wan li ser daxwaza xelkê deverê hêzên xwe ji Komelgeha Dugurê ya girêdayî qezaya Şingalê vekişandine.

Şeşo herwiha da zanîn ku Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku bi ser PKKê ve ne hîn hêzên xwe ji cihên niştecihbûnê venekişandine û li nav gund û bajarokan dimînin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Heyder Şeşo li ser aloziya çend rojên borî ya ku li Şingalê di navbera YBŞ û hêzên Iraqê de derketibû got, “Ji roja 2ê Gulanê ve ti şerekî çekdarî yê rasterast di navbera hêzên artêşa Iraqê û YBŞê de çênebûye, niha koçberbûna xelkê jî nemaye. Lê belê xelkê me ditirsin ji nişka ve şer derkeve, lewra ew çend roj in ku xelk daxwaza hêzên çekdar ji nav bajar û gundan û cihên niştecihbûnê dikin.”

Heyder Şeşo got, “Hêzên YBŞê alên xwe anîne xwarê û dibêjin me hêzên xwe birine derve, lê belê rast nabêjin û hê jî li nav gund û cihên niştecihbûnê ne.”

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê diyar kir, “Xelk hî jî ditirse û rewşa ewlehiyê heta demekê cîgir bûye, lê belê metirsî heye careke din alozî dest pê bikin.”

Herwiha Heyder Şeşo ragihand, “Xelk niha ditirsin bi taybet ewên ku malên wan nêzîkî baregehên YBŞê ne, ji ber ku zanyariyên temam hene ku wan (YBŞ) li hin baregeh û malan bombe danîne û xwe ji bo egeran amade kirine.”