image

PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed ragihand ku ti kes di ser qanûnan de nîne û di vê dewrê de kuştin û êrîşên çekdarî zêde bûne. Rêber Ahmed ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de kir û got ku heya yasa derê û dikeve pratîkê, bi fermana serokwezîr Mesrûr Barzanî dukkanên çekan difroşin û sîlihên bê ruxsetin dest datînin ser wan û wê li temamê bajaran ev kiryar bibe.

Piştî fermana serokwezîr, hinek dukkanên firotina sîlihan hatine girtin û wê kî karibe sîlihan hilgire, di hefteya pêşiya me de wê diyar bibe. Rêber Ahmed got ku wê bi rêyekî qanûnî û bi mekanîzmeyekî nûh her tiştên sîlihan bê organîzekirin û wê kî karibe sîlih hilgire an negire dê çareser bibe.

Îro serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di mijara hilgirtina sîlihan de weha got:

“Em ê ewlehiya xelk û welatê xwe teslîmê xeraban û qaçaxçiyan nekin. Ez bang li xelkê Kurdistanê dikim ku sîlihên bê ruxset teslîmê hukumetê bikin û bila herkes tevlî pêvajoya xwe paqijkirina ji sîlihan bibe.”

Herî dawiyê ji zankoya Selahaddîn 2 mamosteyên zankoyê Prof. Dr. Kawan İsmail û Doç. Dr. İdris Heme Xan, ji aliyê kesekî çekdar de hatibûn şehîdkirin. Îro jî jinekî û zilamekî ji ber arîşeyên navmalbatê hatin kuştin.