image

PeyamaKurd - Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, îro duşemê Konferansa Plana Reforman di Wezareta Pêşmerge de destpê kir.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Wezîrê demkî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê, Kerîm Şingalî di destpêka konferansê de destnîşan kir, sê welatên mezin ên cîhanê piştevaniya pêkanîna reforman di Wezareta Pêşmerge de dikin.

Di konferansa Plana Reforman di Wezareta Pêşmerge de, fermanderên pilebilind ên Pêşmerge, şêwirmend û pisporên serbazî yên Almanya, Amerîka û Brîtanya beşdariyê dikin.

’35 BENDÊN REFORMAN HATIN PESENDKIRIN’

Şingalî bal kişand ser ku fikrê pêkanîna reforman di nav hêzên Pêşmerge de cara yekem di civîna Serok Barzanî ya ligel Wezîrê Berevaniya Brîtanya de hatiye axaftin û paşê jî ew hizir bû pêşniyar bûye planek.

Kerîm Şingalî di konferansê de got, “Piştî wê yekê lijneyek hat avakirin ku ji çend efserên Wezareta Pêşmerge û pisporên Almanî, Amerîkî û Brîtanî pêk hatibû. Wê lijneyê dest bi xebat û civînên xwe kir û raportek amade kirin. Di wê raportê de 35 bend li ser çawaniya encamdana reforman hatibûn amadekirin. Tevahiya wan bendan hatin pesendkirin.”

ŞINGALÎ: TI ASTENGIYEK LI BER PLANÊ NÎNE

Şingalî herwiha daxuyakirin, heta niha 5 bendên planê hatine bicîkirin û dê 8 bendên din jî bikevin bernameya kar:

“Tevahiya wan bendan dê bên bicihanîn da ku em bibin xwedan hêzeka nû û pêşketî. Tişta ku zêde girîng e bo me ew jî ew e ku îradeya siyasî û serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê piştevaniya vê plana reformê dike. Ji ber wê jî ti astengiyek li hember pêkanîna vê planê nîne û ti hêcet jî namîne.”