
PeyamaKurd – Polîsan vê sibehê girtin ser mala Hevseroka DBPê ya Diyarbekirê Seval Gulmez û ew desteser kirin.
Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Diyarbekirê Seval Gulmez vê sibehê ji aliyê polîsan ve, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve hatiye destpêkirin, hat desteserkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan.
Nayê zanîn Gulmez ji ber çi sedemê desteser kirine. Gulmez bi Koronayê ketibû û îro çawa ku karantînaya wê bi dawî bû, polîsan girt ser mala wê.