image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, hevpeyvînek da rojnameya Rojnameya “Alwafd” a Misrî û di destpêka hevpeyvînê de hat gotin: “Serok Barzanî Rêberekî dîrokî ye, wî xemên welatê xwe hilgirt ser milê xwe, giyana xwe ji bo paşeroja miletê xwe terxan kir û rewşên zehmet û dijwar nekarîne wî bitirsînin.”

Rrojnamevana Misrî Dîna Diyab ku li Hewlêrê ev hevpeyvîn bi Serok Barzanî re kiriye, dibêje; Serok Mesûd Barzanî “Bi wateya gotinê, Rêberekî dîrokî ye, wî xemên welatê xwe hilgirt ser milê xwe, giyanê xwe kir barimteya paşeroja miletê xwe, ji ti zehmetî û astengiyan netirsiya. Wî çekê têkoşîna ji bo gelê xwe hilgirt û ji rojhilat heta rojava li ser rûyê erdê geriya û daxwaza mafê welatê xwe kir. Di navbera helwestên xwe yên siyasî û têkoşîna xwe de, di belgekirina dîroka gelê xwe de, kêliyekê jî dudilî nebû û jiyana xwe ji bo pêkanîna erkekî niştimanperwerî terxan kir.”

Diyar diyar dike: “Serok Mesûd Barzanî, serokê neteweya Kurd, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Serokê gelêrî û serokê xewn û sembola gelê Kurdistanê ye. Ew nirx û nerîtên civaka Kurdî berceste dike, ji bilî wê jî malbata wî li Kurdistanê xwedî pêgeha olî û xwedî dîrokekî dirêj a xebata ji bo mafên Kurdan e.”

Dîna Diyab daye zanîn: “Dema ku Barzanî dît ku rojhilatnas dîroka Kurdan bi bûyerên derewîn belge dikin û rastî û xeyalan tevlîhev dikin, biryar da bi erkê xwe yê ku ji hilgirtina çek ne kêmtir e rabe û dîroka gelê xwe di çend pirtûkan de belge bike. Ya dawîn jî pirtûkek bi navê “Bo Dîrok” bû, ku bi zimanê Erebî derketibû û tê de bûyerên rast wek şahidê serdemê bi wêne, belge û nexşeyan dîroka welatê xwe ronî kirin.”

Dîna Diyab dide xuyakirin: “Di dema min lêkolîn li ser karûbarên navdewletî, bi taybetî gelên ku rêxistina tundrew DAIŞê ji holê rakiribûn dikir, ez rastî vê pirtûkê hatim. Min dît ku ew behsa rastiya bi êş û giring a di vî warî de dike. Bi rastî vê pirtûkê bandor li min kir û min çend gotar jî li ser wê nivîsandin.”

Rojnamevana Misrî dibêje: “Bi rastî jî ez telefona ku ji rojnamevanê Iraqî Dr. Qeys El-Redwanî ji min re hatiye sersam bûm. Wî ji min re got, Rêber (Serok Barzanî) ji nêzîk ve tiştê min li ser wî nivîsandine dişopîne, ji ber ku ew bi berdewamî medyaya navdewletî bi giştî û medyaya Erebî û Misrî bi taybetî dişopîne û ew razî bûye ku ez hevpeyivîneke rojnamevanî ya bilez pê re bikim.”

Dîna Diyab di dewamê de dide zanîn: “Hema ku ez gihîştim balafirgeha Hewlêrê, wêneyên serkirde li her derê hebûn û wêneyekî wî yê taybet li ser dîwaran bû bala min kişand, ku tê de xuya dike ew ji aliyê endamekî asayîşê ve tê pişknînkirin. Ew rêberê sembolîk ê gelê xwe ye û di hemû rewşan de jî nimûneyek e.”

Dîna Diyab dibêje: “Piştî çend demjimêran ji hatina min, min zanî ku ji ber nakokiyên rewşa siyasî ya Iraqê dema Serok Barzanî ji bo hevpeyvînê têrê nake, ji ber ku roja hevpeyvînê bi vekişîna Muqteda Sedir ji Parlamentoyê re hevdem bû ku rewşa Îraqê tevlihev bû, lê nebûna demê nebû rêgir ku Serok beşek ji dema xwe ya giranbuha ji bo hevdîtina bi min re veqetîne.”

Rojnamevana Misrî balê dikişîne ser: “Tirsê hestên min kontrol dikir û tevlihevî li ser rûyê min diyar dibû, Rêber têgihîşt çi bi min re dibe, vêça ji kêlîka yekem ve wî qeşa heland û pêşwaziya wî ya germ hîşt ku tirs ji holê rabe û me dest bi hevpeyvîn kir. Ev hevpeyvîna herî girîng a di dîroka karê min a rojnamevaniyê de ye.”

Diyab dibêje; “Hevpeyvîn, dîyalogeke balkêş bû. Serok bi pirsa, Misir çawa ye? dest pê kir. Berdewam kir jî: Min çend caran serdana wî welatî kiriye, ew welatekî xweş e. Min tê de serdana pîramîdan û her weha Muzexaneya Misrê kir.”

Dîna Diyab wiha pê de diçe: “Min bersiva wî da, hemd ji Xwedê re, rewş aram e, gelê Misrê her tim bi gelê Kurd re têkildar e, di navbera her du welatan de pêwendiyên kûr hene ku digihêje şaristaniya Misrê ya kevnar. Pêwendiyan ji Mîtaniyan, bav û kalên Kurdan ve bi padîşahên Firewnan re ji sedsala çardehan berî zayînê ve dest pê kirine. Piştre, piştî fetha îslamî, Kurd li Misrê pir belav bûn, bi taybetî di serdema Selahedînê Kurd de ku bû sedem Kurd, wekî mirovên hikûmet, rêveberî, serokên leşkerî û heta leşker, bazirgan û xwendekar li Mizgefta Ezherê bên Misrê. Her wiha gelek Kurdên din ên çand û kultura Misrê dewlemend kirine hene, wek helbestvan Ehmed Şewqî, nivîskar Ebbas Mehmûd El-Ekkad, ku dayika wî Kurd e û herwiha derhênerê mezin Elî Bedraxan û gelek kesên din.”

Rojnamevana Misrî bibîr dixe: “Min jê pirsî, tu çawa vê pêwendiya dîrokî ya Misir û Kurdan dibînî? Wî bersiv da û got, pêwendiya Kurdan bi hemû gel û welatên herêmê re dîrokî ye, çi eger di serdemên neyînî û çi erênî re derbas bûbin, lê bi Misrê re her tim pêwendiyên me baş in.”

Diyab dibêje; Serok Barzanî got: “Serok EbdulNasir, ne tenê li Misirê, lê belê li herêmê bi giştî û bi taybetî jî ji bo tevgerên pêşverû û tevgerên rizgarîxwaz ên gelên bindest, şoreşeke mezin pêk anî. Di vê çarçoveyê de jî, Ebdulnasir bi germî pêşwazî li rêberê tevgera rizgarîxwaza netewî ya Kurdistanê Rêber Mistefa Barzanî kir û amadehiya Misir û şoreşa wê ji bo rawestana li kêleka gelê Kurd nîşan da.”

Rojnamevana Misrî dawiyê dibêje; Serok Barzanî herwiha got: “Bêguman daxwaza me ji pêwendiyên ku niha hene zêdetir e û em kar ji bo pêşxistina wan a zêdetir dikin.”