image

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser twitterê peyamek belav kir û tê de tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo pêkanîna lîwayên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kir.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê do di peyama xwe de da zanîn: “Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriyê li berdewamiya yekbûna serbazî û hevkariya ewlehiyê ya di navbera Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên hevbeş ên artêşa Iraqê de dike.”

Herwiha eşkere kir: “Em pabend in bi mayîna bihêz û pêkve û serkirdetîkirina şerê li dijî DAIŞê û pêşvebirina asayîş û seqamgîriya li Iraqê.”