image

PeyamaKurd – Hevjîna Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî, Turkan Elçî bû parêzer.

Hevjîna Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahir Elçî, Turkan Elçî ku piştî kuştina hevjînê xwe dest bi xwendina parêzeriyê kir, zanîngeh qedand û do ji Baroya Diyarbekirê destûrnameya (ruxset) parêzeriyê wergirt.

Turkan Elçî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Min îro ruxseta xwe ya parêzeriyê wergirt. Ji bo min wergirtina vê belgeyê, ji dest bikarkirina pîşeyekê zêdetir wateyên xwe yên din hene. Dema min ev belge wergirt, min hêviya ‘bihêzbûna cîhaneke ilmanî ya ku ji bo jinan şert e’ kir.”

Serokê Baroya Diyarbekirê yê niha, Nahit Eren jî pêşwazî li hatina Turkan Elçî ji bo nav refên parêzeran kir û li ser twittera xwe eşkere kir: “Bêguman, ew dê bi pênûsa xwe ya bihêz û nasnameya xwe ya qanûnî me xurt bike. Hêza manewî ya ku ew lê zêde dike jî nayê vegotin. Bi xêr hatî xweşdivî Turkan Elçî.”

Baroya Diyarbekirê do di merasimekê de tevî Turkan Elçî, rêpêdana parêzeriyê da 4 kesên din jî. Baroya Diyarbekirê diyar kiriye: “Di merasîma hate lidarxistin de, em hevkarên xwe yên ku sonda parêzeriyê xwarin û tevlî me bûn, Parêzer Valevval Yaprak Yildiz, Parêzer Mehmet Aslanoglu Parêzer Ferhat Arslan, Parêzer Esra Ogoz û Parêzer Turkan Elçî pîroz dikin û di jiyana wan a pîşeyî de serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 28ê Mijdara 2015an, Serokê Baroya Diyarbekirê yê wê demê Tahir Elçî di dema daxuyaniyekê de li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê li kêleka Minareya Çar Ling li ber çavê rojnamevan û kamerayên vekirî, di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Heta niha jî kujerên wî nehatine dîtin. Turkan Elçî piştî kuştina hevjînê xwe biryar dabû pîşeya wî berdewam bike û dest bi xwendina parêzeriyê kiribû.