image

PeyamaKurd – Roja 24ê vê mehê, belemeke koçberan dema bi rêya Kanala Îngîlîz de ji Fransayê derbasî Brîtanyayê dibû binav bû ku 33 kes tê de bûn û li gorî zanyariyên dawî ji wan 31 kesan can daye.

Herwiha li gorî ragihandina Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî, Kurd jî di nav wan koçberên belema wan binav bûye de hene, lê hîn hejmara wan û nasnameyên wan nehatine zanîn.

Li aliyê din Berpirsên Fransî eşkere kirin ku piraniya wan koçberên ku li Kanala Îngîlîz (Manş) xeniqîne, Kurdên xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne.

Serokê Dezgehan Lûtkeya taybet bi karûbarên koçber û penaberan Arî Celal beriya niha derbarê bûyerê de gotibû, heta niha belgeyek li ser nasnameya qurbaniyê binavbûna belema li Kanala Îngîlîz di destê wan de nîne û daxwaza lêkolîneke berfirehtir kiribû.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî jî derbarê bûyerê de ragihandiye, ew ên di belema binavbûyî de ji netewên ciyawaz in û Kurd jî di nav de hene “lê ne diyar e xelkê kîjan perçê Kurdistanê ne. Me dest bi hewlan kiriye bo ku bi hevkariya polîsê Fransayê nasnameya wan koçberan bizanin.”