image

PeyamaKurd – Gundewarên Girê Spî, ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiye ve, ji ava vexwarinê bê par man. Di encama qutkirina ava Firatê de, hin pompên avdanê û ava vexwarinê naxebitin.

Li gor zanyariyan, pompa Til Semin a Girê Spî bi beşî sekinî ye, ev yek jî bû sedema kêmbûna çandiniyê li gundewarên Girê Spî.

Herwiha pompa ava vexwarinê ya li bajaroka El-Hîşe ku avê digihîne bi dehan gundan, bibandor bû û niha her 48 setan, tenê 4 saet dikeve xizmetê.

Di encamê de ava vexwarinê li bajarokê El-Hîşa û gundewarên wê kêm bû.