
PeyamaKurd – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di encama teqîneke li gundê Kor Hesen ê li gundewarê rojavayê Girê Spî de, leşkerekî rêjîma Sûriyê û 2 şervanên HSDê hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan “SOHR” diyar kir, dema leşkerên rêjîmê û şervanên HSDê li gundê Kor Hesen ê nêzîkî xetên temasê bi hêzên Tirkiyê û koman re digeriyan, bombeyek di malekê de teqiya.
Herwiha eşkere kir, di encama teqînê de mal bi ser serê wan de hilweşiya û leşkerekî rêjîma Sûriyê û 2 şervanên HSDê can dan.
Di berdewamiyê de destnîşan kir, termên wan bi amadebûna hêzên Rûsî hatin derxistin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê li gundên Girê Spî, Til Temir û Sarê Kaniyê bi hev re li dijî çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, şer dikin.