image

PeyamaKurd – Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, bi daxuyaniyekê kuştina fermanderekî PJAKê, di encama êrîşa Tirkiyê ya roja 6ê Tebaxê li ser taxa Pîşesazî ya bajarê Qamişlo de ragihand. 

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê konferanseke rojnamevanî li ser êrîşên vê dawiyê yên dewleta Tirkiyê li sernaserê herêmên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser de li dar xist.

Li gor Hevserokên Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û Hemrîn Elî di konferansê de eşkere kirin, artêşa Tirkiyê di dema dawî de êrîşên xwe li seranserî herêmê zêde kirine.

Herwiha destnîşan kirin, endamê rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdisanê (PJAK) Yûsif Mehmûd Rebanî (Rêzan Cawîd) ku bi serdanekê hatibû herêmê, di êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser taxa Pîşesazî de hatiye kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, droneke Tirkiyê roja 6ê Tebaxê otomobîlek di nava Qamişlo de bombebaran kiribû û li gor daxuyaniyeke HSDê, di encamê de 4 kes hatin kuştin ku di nava wan de 2 zarok hebûn.