image

PeyamaKurd – Bi hinceta ku alîgirên Amedsporê di dema lîstika bi Bursasporê re bûne “sedema aloziyan” û ji ber “dirûşmên alîgiran” ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF), Amedspor hat cezakirin.

Tîma Amedspor roj Yekşemê li Diyarbekirê mêvandariya tîma Bursasporê kir û bi encama 2-0 ew tîm têk bir. Piştî pêşbirkê derbarê lîstika Amedsporê de bi hinceta ku alên Kurdistanê hatine bilind kirin û dirûşmên "Bijî Kurdistan" hatine berzkirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Li gor zanyariyan, Federasyona Futbolê ya Tirkiyê jî bi hinceta ku di dema lîstikê de hinek bûyer qewimîne ceza bi ser Amedsporê de sepand û Amedsporê biryara cezayê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi nivîsa “Bêşîrove” parve kir.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê biryar da, ji ber bûyerên di nav qada lîstikê de ku alîgirên Amedsporê bûne sedem, wê Amedspor 2 lîstikan bê alîgir bilîze û 140 hezar lîreyê Tirkî ceza bide. Herwiha ji ber valahiyan pêlingan (nêrdewan) vala nehatin hiştin 16 hezar lîre ceza li Amedsporê hat birîn.

Hat ragihandin ku ji ber dirûşmên alîgiran û bêyî destûra TFFê weşana zindî hatiye kirin û berpirsê Amedsporê Omer Elaldi di dema lîstikê de bêyî akredîteyê li qada Tyê rûniştiye “cezaya hişyariyê” dan Amedsporê.