image

PeyamaKurd – Ezmûnên xwendekarên pola 12an ên Herêma Kurdistanê destpê kir.

Li gor zanyariyani îro danê sibê li Herêma Kurdistanê, ezmûnên qutabiyên pola 12an, di beşên zanistî, wêjeyî û pîşeyî de destpê kir.

Hat zanîn ku bi giştî 27 hezar qutabî beşdarî wan ezmûnan dibin.

Di derbarê ezmûnan de Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê Dr. Alan Heme Seîd di serdana poleka ezmûnan de da zanîn, bila qutabî bi dilekî xweş û bi piştrastî beşdarî ezmûnan bibin, ji ber ku tedbîrên tund li hember saxtekarî û karên ne qanûnî hatine girtin.