image

PeyamaKurd – Erdhejeke bi hêza 4.4 pileyên rîxterê li navçeya Têrcanê ya ser bi parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê çêbû.

Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) diyar kir, îro Îniyê 30ê Îlona 2022ê di saet 00.49an de erdejeke bi hêza 4.4 pileyên rîxterê ku navenda wê navçeya Têrcanê ye çêbû.

Hat eşkerekirin ku erdhej bi kûrahiya 7 km di bin erdê de çêbûye.

Parêzgarê Erzînganê Mehmet Makas destnîşan kir, derbarê erdheja Têrcanê lêkolîn dewam dikin. Mehmet Makas got: “Di erdheja li navçeya Têrcanê de li gor zanyariyên destpêkê zerareke canî û madî nîne. Heta niha rewşeke nerênî negihiştiye me. Me tîm şandin herêmê, kontrol berdewam in.”