image

PeyamaKurd – ENKS temamê terefên ku bi doza Sûriyê re pêwendîdarin bang li wan kir ku kiryarên li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Sipî ji bo bidin rawestandin bikevin nav tevgerê û dawî li wan wahşetan bînin. ENKS di beyana xwe de weha got:

“Bi sedema hatina demsala zeytûna, grûbên çekdar dizî û yaxmayê dikin. Hem ew grûba bi navê Ebû Emşe %25 bêşê daniye ser hilberîna zeytûnan û bi van bêşan cotyar di nav zeviyên xwe de bûne weka kole.

Li bajaran, zilaman direvînin, hemwelatiyan dikujin, demografiyê diguhêrin û kiryarên wan dewam dikin. Hemwelatî dixwazin herin hin deveran lê pêşî li wan digrin û wan dixin binçav.

Ji bo îhlalên mafên mirovan bên rawestandin, kesên van karan dikin bên cezakirin, koçber dagerin ciyên xwe û pêvajoya guhertina demografik bidin rawestandin, me bi Koalisyona Muxalif ya Hêzên Netewî û Şoreşger re peyman girêdabû. Lê koalîsyon heya niha peymanê bicîh neanî.

Em weka ENKS şiddeta ku Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî têkirin bi tundî şermezar dikin. Em bang li Tirkiyê û welatên bi doza Sûriyê re têkildariyê dikin, bila berpirsiyariya xwe ya mirovî, exlaqî û hûqûqî bicîh bînin û dawî li vê wahşetê bînin. Bila grûbên çekdar ji sehayên sîvîlan bên dûrxistin, koçber dagerin ser axa xwe, îhlal û tecawuz bi dawî werin. Divê rêvebiriyê dewrî xelkê bikin.”