Dalkurd ber bi şampiyontiyê ve dimeşe

Dalkurd ber bi şampiyontiyê ve dimeşe

Yaneya Dalkurdê di yariya dawî de li hember rikberê xwe Syrianska FCyê 4-2 biserket û karî bi 54 xalan bibe yekemînê rêzbenda lîga 2emîn a Swêdê Superettanê. Di çarçoveya yariyên heftêya 26emîn a lîga 2emîn a Swêdê Superettanê de yaneya Dalkurd mêvandariya tîma Syrianska FC kir. Yarî bi 4-2 bi serkeftina Dalkurdê encam bû. Golên Dalkurdê di xuleka 9ê de Ehmed Ewad, di xulekên 18 û 26ê de Richard Yarsuvat û di xuleka 41ê de jî  Heradî ReÅŸîdî tomar kir.

PiÅŸtî ku Dalkurd bi 4-0 kete pêÅŸ, tîma Syrianska FCyê di xulekên 68 û 70ê de avêt û yarî bi 4-2 bi serkeftina Dalkurdê bidawî bû.

PiÅŸtî serketfina vê yariyê yaneya Dalkurdê xalên xwe gihandine 54ê û di rêza yekemîn de cih3e xwe parast. Dalkurd 2 xalan li pêÅŸ tîma Brommapojkarna ye. Ji bo bidawîbûna lîga 2emîn a Swêdê Superettanê tenê 4 hefte mane.

Yaneya Dalkurdê

Dalkurd FF, anku bi swedî Dalkurd Fotbollförening (Yekîtiya Futbolê ya Dalkurd), yaneyeke futbolê ya kurdî-swêdî ye. Dalkurd di sala 2004'an de li Borlängeya Swêdê ji aliyê kurdên diyasporayê ve hatiye sazkirin. Di 2008an de nîvê tîmê kurdên Mêrdînê bûn. Lê niha bûye tîmeke mezin. Dalkurd yekemîn time ku di lîgên Swêdê de 5 caran ser hev bûye yekemîn û ji bo lîgege ser ve bilind bûye.