image

PeyamaKurd Çekdarên dewleta Tirkî, sivîlekî din ji navçeya Raco ya Efrînê revandin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, çekdarên dewleta Tirk ji navçeya Raco ya Efrînê Sebrî Menan Reşo yê 38 salî revandin.

Sebrî ji gundê Derwîş yê navçeya Raco ye û ji ber firina Ebû Îmad hat revandin.

Herwiha çekdaran kesê navborî birin cihekî ne diyar û heta niha çarenivîsa wî nayê zanîn.

Ev cara 3yan e ku Sebrî Menan tê revandin.

Her du carên berê jî malbata wî nêzî 6 hezar û 500 dolar ji bo berdana wî dabûn çekdaran.