image

PeyamaKurd Çekdarên koma Siltan Murad bi fermandariya Ebû Elî Adî, ku xelkê Himsê ye, 156 darzeytûnên 9 cotyarên Kurd li Efrînê birîne.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, çekdarên koma Siltan Mûrad bi fermandariya Ebû Elî Adî, darzeytûnên li gundê Meydankê yê bajarê Efrînê, di meha befanbarê de birîne.

Li gor Rêxistina navborî:

156 darzeytûn li Meydankê hatine birîn

30 darzeytûnên Nûrî Mistefa Mîmê ne

25 darzeytûnên Elî Şêx Osman in

20 darzeytûnên Omer Şaban in

20 darzeytûnên Mihemed Elo ne

15 darzeytûnên Receb Şêx MIhemed in

15 darzeytûnên Mihemed Mistefa M'ne ne

13 darzeytûnên Selah Ibrahîm in

12 darzeytûnên Idrîs Şêx Osman in

6 darzeytûnên Mihemed Îbo ne