image

PeyamaKurd – Li Efrînê, her diçe sûcên dewleta Tirkiyê û çekdarên wê li dijî sivîlan zêde dibin. Li navçeya Bilbilê ya Efrînê, dewleta Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, 3 kesên din revandin.

Li gor zanyariyên ji Afrînpostê, çekdaran bi ser gundê Kêla yê navçeya Bilbilê girtin û du sivîlên ku bi tawanên ne rast ên bi navê Ehmed Reşîd Hisên ê 50 salî û Şêxmûs Hebeş ê 38 salî revandin.

Herwiha 24ê vê mehê jî, li navenda navçeya Raco, çekdaran welatiyê Kurd ê bi navê Îmad Ereb ê ji gundê Karêh yê Bilbilê revandin û çekdaran telefona Îmad desteser kirin û ber bi cihekî ne diyar ve birin. Heya niha çaranûsa wî nediyar e.