image

PeyamaKurd Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê di derbarê belavbûna pêla çarem a Koronayê de hişyarî dide û diyar dike, ev çar hefteyên li pêş me gelekî kirîtîk in.

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî eşkere kiriye, niha Herêma Kurdistanê di nav pêla çarem ya Koronayê de ye. Roj bi roj belavbûna vîrusê zêdetir dibe.

Dr. Saman Berzencî herwiha gotiye, çar hefteyên li pêş me gelekî krîtîk in ji ber ku ev pêl wê di vê heyamê de belav bibe û bigehîje asta herî bilind. Do herî kêm hezar pêketî hatin tomarkirin.

Wezîrê Tenduristiyê bang li welatiyan kiriye da ku xwe biparêzin û gotiye, divê her kes li xwe miqate be û maskê bikar bîne û tedbîran bicîh bîne.

Bi gotina Wezîrê Tenduristiyê, vîrusa ku niha belav dibe herî zêde Omîcron e.