image

PeyamaKurd – Dezgeha Dijîterora ya Iraqê konferansek hevbeş bi dezgehên Dijîterora Hewlêr û Dijîterora Silêmaniyê re li dar xist. 

Li gor Serokê Dezgeha Dijîterora Iraqê Ebdulwehab Saidî di civîneke rojnamevaniyê de diyar kir, bi bicîhanîna fermanên fermandeyê giştî yê hêzên çekdar yên Iraqê Mistefa Kazimî, ji bo zêdekirina hemahengiya navbera dezgehên Dijîterora Iraqê û Dijîterora Kurdistanê konferansek hat lidarxistin.

Ebdulwehab Saidî eşkere kir, di konferansê de qala pevguhertina zanyarî û îstixbaratê û operasyonan herwiha perwerde û dosyeyên qanûnî hat kirin. Di wan mijaran de çend biryar hatin dayîn da ku bibe bingeha xebatên hevbeş di navbera dezgehên dijîterorê de.

Herwiha Berdevkê Dijîterora Iraqê Sebah Numan jî destnîşan kir, xebata hevbeş a Dijîterora Iraqê bi dezgehên dijîterora Kurdistanê re destkeftên pir baş hebûne bi taybet di girtina terorîstên DAIŞê de.

Herî dawî Dijîterora Iraqê diyar kir, terorîstên DAIŞê wisa hizir dikin ku Kurdistan cihek aram e ji bo wan, lê bi alîkariya hêzên ewlehiya Kurdistanê wan karîn gelek terorîstên ku navê xwe û rûyê xwe jî guherîbûn, bigirin.