image

PeyamaKurd - Ji ber şerê PKK û Tirkiyê di nav mehekê de 5 gund li Kanî Masî hatin vala kirin.

Rêveberê nehiya Kanî Masî Serbest Sebrî ragihand ku ji bo qerebûkirina xelkê zirarmendê Kanî Masîyê lijneyek hatiye avakirin.

Rêveberê nehiya Kanî Masî ya qezaya Amêdiyê Serbest Sebrî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Lijneyek ji bo qerebûkirina xelkê 7 gundên nehiya Kanî Masî pêk hatiye. Ew hemwelatiyên ji ber şerê li gundê Ednê, Sereru, Kêste, Çelka Nesara, Dişîşê, Qumrî û Çelka Musilmanan rastî ziyanên darayî hatine dê bên qerebû kirin. Lijneyek ji bingeha Huba çandinê li Kanî Masî û bingehên polîsên Kanî Masî û Daristana Kanî Masî li gel bajêrvaniya Kanî Masî hatiye pêkanîn. Her kesekî rastî ziyanê hatiye formek jê re tê çêkirin û kar li ser wê bê kirin ji bo parêzgeha Duhokê bê bilind kirin.”

Sebrî eşkere kir: “Ew cihên lijneyên qerebûkirinê ji ber şer nikarin biçin jî em şahidên bûyeran ên dîtine dê ji wan gote wergirin, li gel muxtar her ziyanek gihîştiye hemwelatiyan dê bê tomar kirin.”

Serbest Sebrî got: “Tenê di mehekê de her roja operasyona Tirkiyê destpê kiriye heta niha 5 gund hatine vala kirin. Xelk tê de nemaye û heta 5 hezar donimên daristan, jîngeh û darûbarên hemwelatiyan hatine şewitandin û hemwelatî zirarmend bûne.”