image

PeyamaKurd – Kompaniya Dana Gas a Îmaratî bi daxuyaniyekê diyar kir, di êrîşa moşekî ya bi ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin de, du karmendên wan bi sivikî birîndar bûne.

Kompaniya Dana Gas di dazuyaniya xwe da da zanîn, birîna her du karmendên wan sivik e û piştî wergirtina çareseriyê, car din vegeriyan ser karê xwe.

Dana Gas destnîşan kir, kompaniya wan ligel hêzên ewlehiyê di lêkolîna derbarê wê êrîşê de beşdar e û piştî êrîşê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzeke mezin ji bo parastina wan, li wê deverê bi cih kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, pêr êrîşeke moşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê ya li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike û kompaniya Dana Gas veberhênanê tê de dike hat kirin.