image

PeyamaKurd – Bi erkdarkirin û destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî, îro 31ê Çileyê 2022yan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Necefê bi Rêbera Tevgera Sedir Muqteda Sedir re ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê civiyan.

Serok Barzanî dema civîn berdewam dikir, peyamek belav kir û got, “Hêvîdar im ev destpêşxerî erênî be û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”

Ev destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo avakirina hikûmeta nû ku aliyên şîe û sunî û Kurd anî cem hev di siyaseta Iraqê de deng veda.

Muqteda Sedir got: “Em pêşwazî li danûstandina ligel opozîsyona niştimanî dikin û em bi pêkanîna hikûmeteke piranî ya niştimanî ve mijûl in.”

Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî jî li ser wê civînê got: “Serdema destwerdana derveyî bi dawî bû” û diyar kir, hikûmeta bê ya Iraqê, wê ne rojhilatî û ne rojavayî be.

Helbûsî diyar kir: “Îro çiya û beyabanên Iraqê gihîştin Necefê û guftûgoyan derbarê pêkanîna hikûmeteke niştimanî de dikin.”

Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer jî ragihand; ev destpêşxerî ji bo seqamgîriya Iraqê û nehiştina tevliheviyê pêngaveke girîng e û bal kişand ser girîngiya destpêşxeriya Serok Barzanî û got ku armanca wan zelal e û ew dixwazin hikûmeteke piranî ya niştimanî ya bi şiyan pêk bînin, ku bikare dewletê îdare bike û xizmeta xelkê bike.

Peyama Serok Barzanî ya destpêkirina destpêşxeriyê wiha bû: “Ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan û amadekirina keşeke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyeke siyasî pêşkeş kir. Di çarçoveya vê destpêşxeriyê de, min pêşniyaz kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî serdana Seyid Muqteda Sedir bikin û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehîştina astengî û pirsgirêkan şêwirê bikin.”