image

PeyamaKurd – Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, li ser Recep Tayyîp Erdogan axivî û gotinên giran kir.

Serokwezîr, wezîrê karên derve û herwiha Serokê AK Partiyê yê demekê Ahmet Davutoglu diyar kir, ji berî ew ji AK Partiyê veqete li himber wî di nava partiyê de darbeyek hate kirin.

Davutoglu eşkere kir: “Dema mirov li cihekî wek serokwezîriyê be, mirov nikare her tiştekî bêje û gelek tişta diavêje hundirê xwe.”

Davutoglu herwiha di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir: “Ji berî pêvajoya hilbijartina 2015an, eger deftera şerê li dijê terorê bê vekirin, hinek însan rûyê wan namîne ku derkevin nava însanan. Ev kes kî ne: “Tayib Erdogan, Binalî Yildirim, Suleyman soylu û Berat Albayrak.”