image

PeyamaKurd – Kompaniya Dana Gas îro di derbarê êrîşên moşekî de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, êrîşên moşekî yên çend roj berê tu ziyanek dernexistine holê, ew bênavber proseyên berhemanînê didomînin.

Kompaniya Dana Gas eşkere kir: “Êrîşên moşekî yên çend roj berê tu ziyanek dernexistin holê, em bênavber proseyên berhemanînê didomînin, di heman demê de jî rêkarên ewlehiyê yên pêwîst, têne tundkirin, tenê bi awayekî demkî projeya berfirehkirina Kormorê KM250 hat sekinandin.”

Herwiha da zanîn, kompaniya Dana Gas rasterast hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku ligel Hikûmeta Federal a Iraqê piştevaniyeke temam ji bo vê yekê hatiye nîşandan.

Di berdewamiyê de kompaniya Dana Gas destnîşan kir, ji bo bersivdana van destdirêjiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêkarên ewlehiyê yên pêwîst li Kormorê girtiye ber xwe, di vê çarçoveyê de jî hejmareke zêdetir a hêzên ewlehiyê bi mebesta parastina kêlgehê, aniye navçeyê.