image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro Duşemê li çemê Roxaneyê yê sînorê navçeya Daqûqê yê parêzgeha Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîşî ser fewceke lîwaya 8 a artêşa Iraqê kiriye.

Qaymeqamê Daqûqê Luys Fendî derbarê êrîşê de ragihand, êvara îro roja dûşemê 6ê Kanûnê li çemê Roxane yê sînorê navçeya Daqûqê terorîstên DAIŞê êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kiriye.

Luys Fendî daye xuyakirin: "Heta niha hûrgiliyên ziyanên wê êrîşa DAIŞê bi tevahî nayê zanîn, tene ew yek tê zanîn ku leşkerekî artêşa Iraqê yê bi navê Yasir Ebas birîndar bûye.’’

Li gorî zanyariyan hejmareke ber bi çav ji terorîstên DAIŞê li çemê Roxane hene û dema hêzên Iraqê diçin wê herêmê yan bombeyên çandî bi wan de diteqin yan jî terorîstên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê dikin.

Terorîstên DAIŞê di nava çend rojên borî de êrîşên xwe zêdetir kirine û şeva borî jî êrîşî gundê Lihêban kiribûn û şêniyên gund bersiva wê êrîşê dabûn û hefteya borî jî ji ber êrîşa DAIŞê li gundê Xidircîce, 3 hemwelatî û 10 Pêşmerge şehîd bûbûn.