image

PeyamaKurd – DAIŞê berpirsartiya êrîşa ser gundekî qezaya Şarebanê ya li parêzgeha Diyaleyê girt ser xwe, ku şeva Sêşemê hatibû kirin û di encamê de 15 kes hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Rêxistina Dewleta Islamiya li Iraq û Şamê (DAIŞ) şeva Çarşemê bi rêya kanalên xwe yên li ser tora civakî ya Telegramê, berpirsatiya êrîşa ser gundê Reşad li qezaya Şareban (Miqdadiye) ya parêzgeha Diyaleyê qebûl kir.

Di daxuyaniya xwe de DAIŞê diyar kiriye, piştî ku wan 6 kesên înkarker anku “Rafizî” li nêzîkî zeviyên çandiniyê yên gundê Reşad li navçeya Miqdadiye (Şareban) dîl girtin, piştî lêkolînên bi wan re, wan her şeş kes kuştine.

DAIŞ herweha eşkere dike, çekdarên wan kemînek ji bo wan hêzan danîbûn ku bi hewara wan 6 kesan ve çûn, piştî gihiştina du otomobîlan ku 10 kes tê de bûn, çekdarên wan ku wek “Mucahid” navê wan hatiye bikaranîn, bi çek bûbirûyî wan bûne û hemû kuştine û otombîlên wan jî têk dane.

DAIŞê herwiha eşkere kiriye, çekdarên wê ew hêzên bi hewara wan kesan ve çûne armanc kirine û di encamê de 15 kes kuştine û herî kêm 20 kes jî birîndar bûne.

Li gor îdiaya DAIŞê, çekdarên wê rêxistinê bê zerar vegeriyane navçeyên xwe.

Şeva Sêşemê 26ê Cotmeha 2021an, hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Reşad li qezaya Şareban a parêzgeha Diyaleyê kirin, ku dikeve bakurê rojhilatê Bexdayê û 90 kîlometran ji paytext dûr e.

Piştî êrişê, Parêzgarê Diyaleyê Musenna Temîmî daye zanîn, di êrîşê de 11 kes hatine kuştin.

Musenna Temîmî diyar kiriye: “Çekdarên DAIŞê kemînek bo malekê danîne û ew kirine armanc, xelk jî çûye hewara wê malbatê û di navbera her du aliyan de pevçûn derketiye.”

Li aliyekî din, Berpirsê Ragihandina Tendirustiya Parêzgeha Diyaleyê, Faris Izawî eşkere kiriye, hejmara qurbaniyên şeva bihorî ya li gundê Reşad a qezaya Şarebanê gihîştiye 15 kuştî û 15 birîndaran.