image

PeyamaKurd - Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê, piştî rakirina qedexe û sînordariyan piştî bi betlaneya cejna Qurbanê re pêleke nû ya belavbûna zêde ya vîrusa koronayê dest pê kir.

Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di tabloya îro 25ê Tîrmehê roja Yekşemê de eşkere kir, di 24 saetên dawî de 223 hezar û 837 test hatine kirin û di encamê de 14 hezar û 230 pêketiyên nû hatine tomarkirin.      

Herwiha 5 hezar û 221 nexweşên koronayê baş bûne 55 kesên din jî bi koronayê can dane.