image

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil behsa biryara hukumeta Herêma Kurdistanê kir û got ku ji pola 1 ê heya pola 11 ê, ji 12 ê adarê heya 24 ê adarê navber dê bide perwerdê.

Cotyar Adil her weha got ku di çarçoveya têkoşîna li dijî Kovid-19 ê de, bi sedema nexweşîn zêde bûye, biryara tedbîrên nû hatiye dayîn. Adil got ku dê di kontrola danîna maskeyan bo ber dev û difnê zêdetir bibe. Her weha dê di cafeyan de kişandina nargêleyan bi temamî qedexeye.

Kesên herin Herêma Kurdistanê, wê testa bo 72 sietan ji wan bê xwestin û divê şîrketên geştê bala xwe bidin vê mijarê.

Cotyar Adil gor ku heya niha bo qedexeya derketina derve ya di Newrozê de, çi biryar nehatiye dayîn.