image

PeyamaKurd – Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerexfan Cizîrî ragihand ku dixwazin derên derveyê Diyarbekirê, platformê firehtir bikin, li Semsûrê nûnertî vekirine û li bajarên dinan jî wê rêxistina xwe deynin. Heya niha li Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê nûnertiya xwe vekirine. Şerefxan Cizîrî weha got:

“Armanca me ew em derên derveyê Diyarbekirê û platforma xwe li bajarên Kurd lê dijîn deynin. Nûnertî an beşa me ya em vekin em dixwazin ji aliyê kesên wê derê de bên birêvebirin. Damezrêner jî wê ji pêkhateyên wê derê bin. Wê gelek kes ji KKP, HDPê, PAK ê û ji rêxistinên sîvîl di platformê de cîh bigrin.

Yek ji armanca platformê ew e ku Kurdî bibe zimanekî fermî, di destûrê de ciyê Kurdî hebe. Ji seretayî heya zankoyê Kurdî bibe zimanê perwerdê û Kurdî bibe xwediyê statuyekî. Yanî zimanê ku 25-30 mîlyon kes diaxife, em dixwazin bibe zimanê fermî. Em dixwazin ev daxwaz di nav xelkê de jî belav bibe. Eger bixwazî pirsgirêka Kurd çareser bibe, bixwazî aştî bibe, bê ku zimanê Kurdî qebûl bikî, gelo dibe?”