image

PeyamaKurd-Ciwanê Kurd ê ku ji xelkê Herêma Kurdistanê ye, li Londonê wekî Cîgirê Parêzgar hat hilbijartin. Hat dîtin ku ciwanê bi navê Serbaz Berzincî, tevî cil û bergên neteweyî tevlî merasîma sondxwarina yasayî bû.

Serbaz Berzincî yê ku ji xelkê Haciyawa yê devera Raperînê ye, îro wekî Cîgirê Parêzgarê Londonê hat hilbijartin. Hat ragihandin ku beriya niha jî Serbaz Berzincî di hilbijartinên şaredariyan ên Brîtanyayê de bi ser ketiye û li şaredariya Londonê wekî endamê encûmena şaredariyê bûye xwedî erk.

Hat ragihandin ku tevlîbûna merasîma sondxwarinê ya bi cil û bergên neteweyî, wekî xwedîderketina Berzincî ya li nirx û pîroziyên Gelê Kurd hatiye pênasekirin.