image

PeyamaKurd – Çekdarên dewleta Tirkiyê du welatî ji Efrînê û Girê Spî revandin.

Ajansa Hawarê diyar kir, çekdarên dewleta Tirk do welatiyê bi navê “Mesûd Îsmaîl Mendo (Azad)” ê 43 salî ji gundê Zivingê yê nevçeya Bilbilê revand.

Herwiha heman çavkaniyê, ji ber qezayeke trafîkê di navbera çeteyek û Mesûd Îsmaîl Mendo de li taxa Efrîna kevin nîqaş çêbûye, ji ber wê çekdaran, Mendo bi cihekî nediyar de birine.

Hat ragihandin ku di heman rojê de li Girê Spî jî çekdarên dewleta Tirkiyê girtin ser bajarokê Elî Baciliye û welatiyê bi navê Hesan Ehmed Necim El-Şewaz (30) ê ji eşîra El-Bû Cabir a Ereb ye, revandin.

Çavkanî diyar kir ku Hesan Ehmed 3 salan li Tirkiyê kar dikir duh vegeriya mala xwe.

Li gor hat gotin, çekdaran beramberî berdana Hesan, fîdye xwestine.