image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya Cebhet el-Nusre ya berê (El Qaîdeya Sûriyê) û koma Ehrar el-Şam gundewarên rojava û başûrê herêma Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê de bûn, xistin bin kontrol xwe.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, hêzên Heyet Tehrîr el-Şam bajarokê Cindirêsê kontrol kirine û hêzên wan gihîştine heta rêbenda ketina nav rojavayê Efrînê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ji aliyê başûr ve jî, çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam tevahiya xeta başûrê Efrînê heta rêbenda gundê Tirindê ku niha bi rastî taxeke Efrînê ye kontrol kirine.

Çavkaniyan daye zanîn ku komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bê berevanî vedikişin û bajarê Cindirêsê bê şer hatiye radestkirin.

Li gorî zanyariyan, îro ji danê sibehê ve pêşveçûna çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam rawestiyaye lê tevger li nav bajarê Efrînê bi temamî rawestiyaye û îhtimala ku HTŞ êrîşî navenda bajarê Efrînê bike ji holê ranebûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê sala 2018an ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ve hatibû dagirkirin.