image

PeymaKurd - Ziyanên canî û madî yên erdheja şevê din (25 Mijdar 2018) ku li demjimêr 19:37an bi pileya 6.5 li Kirmanşanê rû da û gelek bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hejand, zêde dibe.

Ligor zanyariyên nehatine piştrastkirin, gelek kesan di erdhejê de can daye û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne. Li gor agahiyên destpêkê yên şevê li Qesra Şîrînê 85, Sêrpêlî, Zehaw 190, Rewanşar 10, Dalaho 15 û li Gîlanî Rojawa jî 90 kes ji ber erdheja tund birîndar bûn. Li deverên ku hêza erdhejê zêde hatiye hiskirin, gelek xanî wêran bûne ku li wan deveran ziyanên madî gelekî zêde ye.

Erdheja ku wekî navend li navçeyên Serpêla Zehaw û Kirmanşanê rû da, li Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Helebce, Kelar û herdu deverên Germiyan û Raperînê jî bi tundî hejand.

Piştî erdhejê ku elektrîk qût bûye, hîn jî agahî ji rewşa gelek gundên Rojhilatê Kurdistanê nîne.

Tê ragihandin, hêzên hawarçûnê yên rejîma Îranê wekî erdheja sala borî ya Kirmanşanê dîsa xelkê deverê bi tenê hiştine û tevî zirar û ziyanên mezin ku hîn baş nayên zanîn bi alîkariya wan ve neçûne.