image

PeyamaKurd Bi sê balafirên bêfirokevan êrîşî baregeha esmanî ya Beled a li bakurê bajarê Bexdayê ya ku hêzên esmanî yên artêşa Iraqê tê de ye kirin.

Medyaya Iraqê diyar kir, vê sibê 15ê Çileya 2022yan bi dronan êrîşî baregeha esmanî ya Beledê kirine û heta niha jî zerar û ziyanên ji ber wê êrîşa dronî nayê zanîn.

Herwiha tu aliyan berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe, li gor raportên medyayê, agir li beşeke baregehê ketiye.

Baregeha Esmanî ya Beled, baregeha herî mezin a serbazî ya Iraqê ye û 64 kîlometre ji Bexdayê dûr e.

Di serdema şerê heşt salan ê navbera Iraq û Îranê de, baregeha herî çalak a esmanî ya Iraqê bû. Piştî sala 2003yan hêzên Amerîkayê tê de bûn, lê pişt re radestî artêşa Iraqê hat kirin.