image

PeyamaKurd - Berpirsê hêzên Pêşmerge li mîhwerên bakûr û rojavayê Kerkûkê Nurî Heme Elî got, hemahengiyek baş di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî de heye.

Nûrî Heme Elî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Li çiyayên Qereçox û Hemrîn û deverên din hemahengiyeke baş di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî de heye. Ji ber vê hemahengiyê derbên giran li DAIŞê hatine dan û livîn û çalakiyên DAIŞê gelekî kêm bûne.”

Nûrî Heme Elî her diyar kir, “Ez dikarim bêjim hemahengiya di navbera Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî de gihîştiye qonaxeke pir baş. Hêzên Pêşmerge berdewam zaniyariyan didin hevpeymaniya navdewletî û ew jî li ser bingeha wan zaniyariyan pêgehên DAIŞê bordûman dikin.”

Fermandarê Pêşmerge destnîşan kir, “Ew tişta ku me nîgeran dike ew e ku hikûmeta Iraqê ti gavekê ji bo bicihanîna rêkeftinên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de navêje. Bi taybet di mijara Kerkûk û Şingalê de xemsariyê dike.”