
PeyamaKurd – Li taxa Kerade ya Bexdayê do derengiya şevê êrîşî du bankên Kurdistanî kirin.
Li gor zanyariyani Banka Kurdistanê û Banka Cîhan rastî êrîşê hatin û êrîş li gor dema Bexdayê di saet 22:00an de hat encamdan.
Herwiha hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê belav bûne û tîmên hawarçûnê gihîştine cihê teqînan.
Li got zanyariyên ji çavkaniyeke ewlehiyê hatine wergirtin diyar dikin; teqîn bi rêya du bombeyên dengî bûne û bankên Kurdistan û Cîhan, bûne armanc.
Herwiha li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm du kes birîndar bûne.