image

PeyamaKurd – Bi sedema barîna berfa zêde, berfê rêya 207 gundên bajarê Agiriyê girt. Bi berfê re bamişt jî çêdibe û temamê deverê serûbinê hev dike.

Ji bo rê ji berfê paqij bikin, tîmên têkoşîna bi berfê re yên rêvebiriya taybet bi 82 makîne, 91 xebatkar û bi 8 tîmên mobîl seferber bûne.